|
Gare Sazkar, sala 1955. Li gundê Baedrê, başûrê Kurdistanê, hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî li gund bi dawî aniye. Her ji zarokatiya xwe de, guhdarî dengbêjan kiriye. Ji wan denbêjan: Şêx Derwêş, Xelefê Hemo, Elyasê Pûrto, Elyasê Silo, Qewal Hesen û gelek dengbêjên resen, yên Şêxan û Şingalê ku berdewam di hatin Baedrê.. Gare Sazkar, ji binemaleke hunerdoste û mala wan weke koçkekê bûye ji bo stranbêjan, çîrokbêjan û tembûrvanan. Stranên weke: Meyremê, Şênî, Dayikê û gelek stranên din, di 14 salî ya xwe de, ezber kirine û berdewam, ji hevalên xwe re strandine.
|
|
Xwendina xwe ya navindî û amadeyî, li şaroçkê Êsifnê tevakirye. Sala 1973. Dû stranan ji nivîsîna nemiran, nemir Adil Hecî û nemir Ercan Marî, gotine. Hewldana gotina stranan Gare Sazkar, ji wî çaxî de dest pêkirkirye.. Xwedina xwe li zanîngeha Besra, zimanê erebî, dîrok û edebiyat, berdewam kiriye û bi xwendevanên kurd re tim stranên şoreşgerî û folklorî, bi herdû zaravên kurdî yên serekî, di şahîyan de, tim gotine..
|
|
Sala 1980. Dibê pêşmerge û hunerê xwe dikê jêr xizmeta miletê xwe.. Kasêta yekê, WERNE ŞER, bi şiyanên pirr kêm, li Kurdistanê tomar dikê û pêşkêşî Radiyo ya Dengê Kurdistanê dikê .. Sala 1981. Derbasî rojavayê Kurdistanê dibê û jiyana xwe bi pêşmergên şoreşa Gulana pîroz re derbas dikê û 7 kasêtan tomar dikê bi alîkariya hunermendê şehîd, Gundî û hunermendan: Hesen Berbeharî, Elî Şingalî, Nasirê Temo, Şewqî, Ridwan, Lewend, Nezîr Mihemed û gelek hunermendên din.
|
|
Sala 1985. Derbasî Europa dibê û li Danimark akincî dibê. Her di vê salê de, kasêtek din bi navê, AMED, tomar dikê.. Li Danimark, dest bi xwendina hunerê wergeriyê, mûzîk û serperişityariya perwerdeyê dikê û dest bi kar dikê weke mamoste û weregerê zimanên kurdî, erebî û danimarkî mawê 16 salan. Endamê sendîkaya mamosteyên danîmarkiye û her wesa endamê sendîkaya WMD`ye, wate mûzîka cihanî li Danimark.. Bi dehan stran, çîrok û dastanên kurdî wergerandine zimanê danmarkî.. Pişikdarî di dehan şevên kurdî û danimarkî de kiriye û heya niha jî berdewame li ser vî karê xwe yê hunerî û rewşinbîrî.
|
|
Bi dehan simînar, li ser dîrok û mûzîka miletê kurd, Li dibistan, peymangeh û zanîngehan dane. Gelek lêkolîn li ser strana kurdî amadekirî hene û her weha bi dehan helbest, ji bo stranan ristine, nêzîk Gare Sazkar wê tevan belav bikê di malperên dost û malpera xwe ya taybet de..
|
|
|
|
|
|
Danîna malperê : Bahzad Shamsany |
Copyright gare-sazkar.com |
gare-sazkar@hotmail.com |
|
|